Kanala Sicîlyayê ya ku di nav Libya û Îtalyayê de dimîne li Behra Spî ji cihên ku qaçaxçîtiya mirovan lê tê kirin cihekî sereke ye. Lewra pêr jî di dema qaçaxçîtî dihat kirin de 29 penaber ji ber sir û seqemê qefilîbûn û miribûn. Ew trajedî her ku diçe berfirehtir dibe.
Neteweyên Yekbûyî jî bilî 3 şikevên ku binav bûn û niha winda ne ragihand ku şikeveke din jî bi heman awayî di Behra Spî de winda bûye. Hat destnîşankirin ku ji 300î zêdetir kes di çar şikevan de mirine.
Ji penaberên ku hêzên ewlehiya peravê ya Îtalyayê pêr ji Girava Lampedûsayê anîn 9 kesan got ku li heman herêmê 3 şikevên din jî binav bûn.
Penaberan ragihand ku di her sê şikevan de gelek kes hebûn û ji ber vê jî herî kêm 200 mirî hene.