HAVANA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li dewletên Amerîkaya Latîn da çû Kubayê û li Havanayê ji hêla Serokê Dewleta Kubayê Raul Castro va hat pêşwazîkirin.
Merasima pêşwazîkirinê li Qesra Serokatiya Dewletê hat kirin.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk hazir bûn.
Piştî merasimê di serokatiya Erdogan û Castro da hevdîtinên di navbera lijneyan da dest pê kir.
- Erdogan çû serdana bîrdariya Martî
Erdogan di çarçoveya serdan û pêwendiyên xwe yên li Havanayê çû serdana bîrdariya şair û nivîskar Jose Martî ku pêşengê têkoşîna serxwebûna Kubayê bû.
Erdogan di merasimê da çelenk danî ser bîrdariya Martî. Erdogan û yên pê ra li muzeya bîrdariyê geriyan.