HEWLÊR
Hat ragihandin Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande got ku wê alîkariya wan a leşkerî û operasyonên hewayî yên ji bo yekîneyên pêşmergeyan û hêzên kurdan dewam bike.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Herêma Kurdistanê da hat weşandin, hûrgiliyên hevdîtina Serokomarê Fransayê Hollande û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ku do li Parîsê pêk hat, cî girtin.
Li gor daxuyaniyê Hollande di hevdîtinê da kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftinên pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê û serkeftinên hêzên kurdan ên li Kobanêyê, destnîşan kir.
Hollande bal kişand ser têkoşîna Fransayê ya li dijî DÎŞIyê û wiha got: "Wê alîkariya Fransayê ya leşkerî û operasyonên hewayî yên ji bo yekîneyên pêşmergeyan û hêzên kurdan dewam bike. Ji bo em alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, em ê bi dewletên Yekîtiya Ewropayê ra di nav hewldanê da bin. Ji bo pêwistî û kêmasiyên leşkerî û çekan ên pêşmergeyan çareser bibin, çi ji destê me were em ê bikin."
Hollande diyar kir ku rizgarkirina Mûsilê zehf girîng e û got ku "divê terorîst li tu derekê nehewin."
- "Nîşanî gelê Kurdistanê dan ku dostên heqîqî ne"
Barzanî jî wiha got: "Fransayê alîkariya çekan da pêşmergeyan û di şerê li dijî DÎŞIyê da tenê nehişt. Destê biratî û alîkariyê dirêjî Herêma Kurdistanê kir. Nîşanî gelê Kurdistanê dan ku dostên heqîqî ne."
Barzanî destnîşan kir ku di civînê da çûyîna pêşmergeyan a li Kobanêyê û hevkariya di navbera hêzên kurdan da hat rojevê û ji bo alîkariyê sipasiya Hollande kir.
Barzanî der heqê amadehiyên hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê ya ji bo rizgarina Mûsilê û şerê ku dewam dike da agahî da Hollande.