06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
SÊRT
4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna bobelata kana taybet a li Şêrwana navçeya Sêrtê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Ji aliyê ekîbên girêdayî Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeya Şêrwanê ve di çarçoveya lêpirsînê de di nav de pisporê ewlehiya kar M.K û S.K, endazyar S.K û şefê şantiyeyê K.Y hatibûn binaçavkirin.
Her 4 gumanbar piştî miameleyên wan sewkî edliyeyê kirin.
Piştî îfadeyê dadgehê der heqê 4 kesan biryara girtine da.
Herwiha xebata lêgerîna kesekî ku der barê wî da biryara binçavkirinê heye, dewam dike.