ÎSKENDERIYE
Li gor agahiyên ku ji şahidan hat girtin polês bi gaza îsotê mudaxeleyî çalakiyên ku li qada Es Saaya Îskenderiyê hat lidarxistin kir. Hat diyarkirin ku gelek xwepêşandêr ji ber gaza îsotê hindik mabû ku bixeniqin.
Li Burc el Ereb, Amîriyye û Lorana taxên Îskenderiyeyê jî referandûma destûrê bi meşê hat boykotkirin. Xwepêşandêrên ku beşdarî meşê bûn wêneyên Serokomarê Misrê Mihemed Mursiyê ku bi derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin û dovîzên ku li ser îşareta Rabîayê hebûn di destê xwe de gerandin.
Bi megafonan banga "beşdarî referandûmê bibin"
Ji bilî vê hin kom bi wesaîtên ku bi wêneyên Wezîrê Parastinê Ebdulfettah es Sîsî dorpêçkirî ve di kolan û cedeyên Îskenderiyê de tûr diavêtin, bi megafonan bangî gel dikin ku gel ji bo referandûmê deng bide.
Referandûmê duh dest pê kiribû û dê îro ber bi êvarê biqede.