2017 ж. 11 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 12 сәуір
BEYTULLEHÎM
Li Beytullehîma bajarê Filistînê bi dehan kes li ber deriyê Dêra Mehdê kom bûn û êrişên li bajarên Îskenderiye û Tentaya Misirê yên li du dêran hatin kirin, protesto kirin. Çalakvanan li ber deriyê dêrê ji bo bertekan mûm vêxistin.
Bi dehan filistînyên ku di nav wan de alimên misilman û xrîstiyan hebûn li ber deriyê Dêra Mehdê ku ji aliyê xrîstiyanan ve tê bawerkirin ku Hz. Îsa li vir Xwedê daye, bi pankaratan êrişa li Misirê protesto kirin.
Filistînî bi pankartên li ser wan "Dînê terorê tune" , "Li ser navê dîn ji kuştina kesan re na" nivîsandî vekirin û bi mûman bertek nîşanî terorê dan.
Piskopos Ataullah Hanna daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku weke misilman û xrîstiyanan li ber deriyê dêrê kom bûne û li dijî terorê bertekên xwe nîşan didin.
Hanna got: "Mirov ji bo başiyê û avakirinê hatiye afirandin. Ji bo xerakirin û kuştinê nehatiye afirandin. Serê Dêra Qiptî û gelê Misirê sax be. Lewra teror gelê Misirê hedef girt. Misyona me ji bo Misirê ji bo Filistînê û ji bo ereban misyona aştiyê ye."