Rêxistina Rizgariyê ya Filîstînê ragihand ku ji adara 2011an vir ve 990 filîstînî mirin û ev hat belgekirin, herwiha gelek penaberên filîstînî jî winda ne.
Li navenda Yekîtiya Ereban a li Qahîreyê, li ser pirsgirêka penaberên filîstînî konferansek hat lidarxistin. Li gor daneyên rapora Daîreya Penaberên Filîstînî, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê yanî ji adara 2011an vir ve, filîstîniyên li Sûriyeyê rastê tehdayê tên û mecbûr dimînin ku koç bikin.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku filîstînî herî zêde li kampên Dêra û Xûmûsê bi cih bûn. Lê belê di 2012yan de şer giran bû û hêzên Esed êrîş bir ser Kampa Penaberan a Yermûkê. Derbarê vê de wiha hat gotin: "Ji sisêyan yek filîstîniyên Sûriyeyê diman, li Kampa Penaberan a Yermûkê bi cih bûn. Kampa Yermûkê yek ji kampên penaberan a herî mezin e. Ji ber astengiyên cografî û aborî bi deh hezaran penaberên filîstînî li vir dimînin."
Kampa Penaberan a Yermûkê, di 1957an de ji bo penaberên filîstînî yên ji ber zilm û zordestiya Îsraîlê revîn, hatibû avakirin. Di demê de hejmara penaberên ku xwe sipartin kampê zêde bû. Kamp niha yek ji kampên herî mezin û qelebalix ên Rojhilata navîn e.