Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Filistînê yê berê Eşref el-Qudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Îsraîlê ji hewayê êrîşî bajarê Refahê kir û 5 kes kuştin û 25 kes jî birîndar kirin.
Qudra da zanîn ku ji 7ê tîrmeha ku êrîş dest pê kirin heta niha hejmara filîstîniyên ku mirin derket hezar û 766an, jimara birîndaran jî derket 9 hezar û 170an. Qudra da zanîn ku ji kesên ku mirin 398 wan zarok û 207ê wan jî jin in.