Hat ragihandin ku 95 hezar malbatên ku ji navenda Ramadiya bajarê Enbara Iraqê ji ber êrîşên DAEŞê xwe spartibûn paytext Bexdayê vegeriyan malên xwe.
Serokê Meclisa Bajêr ê Iraqê Riyad el-Addad ji nûçegihanê AAyê re got ku meha borî 110 hezar malbatî ji ber pevçûnên Ramadiyê malên xwe terk kirin û hatin Bexdayê. Piştî hêzên ewlehiyê qismeke bajêr bi dest xistin 95 hezar malbatên penaber vegeriyan malên xwe.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî jî demek berê daxuyandibû ku ewlehiya Ramadiyê tê kontrolkirin û ji bilî çend kesên biçek DAEŞ li vir xwedî hêzê nîne.