Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê sersaxî dan erdhejzedeyên Elezîzê

Dayik Mevlude Uçdal: "Em ji bo êşa malbatan parve bikin hatin. Em êşa ewladan dizanin, ji ber vê em li vir in"

28.01.2020 - Rojanekırın : 29.01.2020
Dayikên Diyarbekirê sersaxî dan erdhejzedeyên Elezîzê

Elazig

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine çiyê û ji ber vê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, erdhejzedeyên Elezîzê ziyaret kirin.

Dayikan stûmal, lepik û kumên ji bo erdhejzedeyan çêkiribûn teslîmî malbatan kirin.

Dayik çûn li cem malbata Sena Demira (14) li taxa Sursuruyê di bin kavilan da mir û sersaxî dan malbatê.

Piştî sersaxiyê dayikan daxuyanî dan rojnamevanan.

Dayik Nazli Sancarê got ew hatine êşa malbatan parve bikin û wiha axivî: "Em gişk dizanin êşa ewladan çi ye. Ji ber vê em li vir in. Ez jî ji Wanê me, êşa erdhejê baş dizanim, bi rastî jî rewşeke pir zehmet e."

Dayik Esmer Koçê jî wiha got: "Serê Tirkiyeyê sax be. Rewşeke pir zehmet e, lê ji Xwedê hatiye. Xwedê sebrê bide."

- "Em êşa ewladan dizanin"

Mevlude Uçdalê jî got wan stûmal, lepik û kumên ji bo erdhejzedeyan çêkiribûn jî anîne û wiha axivî: "Em ji bo êşa malbatan parve bikin hatin. Em êşa ewladan dizanin, ji ber vê em li vir in. Heta ji destê me bê em ê li cem wan bin."

- "Êşa wan êşa me ye"

Cennet Kavakliyê jî wiha got:"Êşa wan êşa me ye. Êşa ewladan pir zor e. Ez ji vir spasiya dewleta me, birêz Serokomarê me, Wezîrê Karên Navxweyî ra spas dikim ku ji destpêka erdhejê pê va li vir bûn. Ji ber ku êşa me parve dikin, Xwedê wan ji serê me kêm neke. Xwedê ji wan razî be. Heta ku ew sax bin pişta me nayê erdê."

Dayik paşê çûn Nexweşxaneya Bajêr a Elezîzê û serî dan birîndaran.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın