Mirina biguman a jinika ku li Mehabada bajarê li Azerbaycana Rojava ya eyaleta Îranê otêlekê de dixebitî, li Bûrsayê hat protestokirin.
Platforma Jinan a Bûrsayê li ber Abîdeya Ataturk a li Heykelê kom bûn. Pinar Aydoganê li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend û parast ku şîdeta li ser jinê îdeolojîk e û got ku divê destdirêjî bên rawestandin.
Aydoganê got ku li Mahabada bajarê Îranê Ferînaz Xosrewanî li ser teşebûsa destdirêjiyê xwe kuşt û ji ber vê yekê çalakiyên protestoyê tên kirin û wiha axivî: "Hêzên rejima Îranê jî şûna ku sûcdaran bigire û derxîne ber darazê rewşa derasayî îlan kiriye û êrîşî gel kiriye. Li Rojhilata Navîn û gelek cihên dinyayê kuştina jinan berdewam dike, têkoşîna li dijî vê yekê îro bûye wekî serhildana gelê Mahabadê."
Aydoganê bûyer şermezar kir û xwest ku cezayê bidin sûcdaran.