Dorseya tirê derxistin û bi şêrîtên renkdar û kulîlkan tir xemilandin. Ajokarê tirê Anil Çelîk bi du tirên din ên ku hevalên wî ew bi kar dianîn re wek konvoy li nav kûçe û kolanên navçeyê geriya. Çelîk dema bi bûk Bahar Ercan re û du tirên din re ber bi hêwanê dawetê ve diçûn hatin Bûlwara Ataturkê ya qedexeye ku wesayîtên giran bikevin wir. Tîmên trafîkê li ser vê yekê ceza birî.
Zava Anil Çelîk pişt re hat hêwana dawetê û vir daxuyanî dan rojnamevanan. Çelîk got ji ber ku min xeyala xwe bi cî anî û bûk li tirê siwar kir gelek kêfxweş im û diyar kir dixwestin ku di konvoyê de bêtir tir hebin lê ji ber ku berê plan nekiribûn jimara wan kêm bû. Zava Çelîk got ku "Hesteke gelek xweş e. Cezaya trafîkê jî dan me lê ne girîng e. Di rojeke ev qas girîng de ceza nabin pirsgirêk."
Bûk Ercan jî got ku "Ev xeyala dergistiyê min bû, me ji ber ku ev xeyal bi cî anî em gelekî kêfxweş in."