ÎSTANBUL
Di encama pişkavêtina li bajarê Nyona Swêde de diyarbû ku reqîbê Fenerbahçeyê, tîma Salzburgê ye. Fenerbahçe, dê di 30 yan jî 31 ê tîrmehê de li deplasmanê, di 6 yan jî 7ê tebaxê de jî di qada xwe de bilîze. Heke Fenerbahçe, vê tîmê têk bibe dê beşdarî pişkavêtina play-offê ya 9ê tebaxê bibe.
Galatasaraya ku par bû şampiyon jî, dê rasterast beşdarî lîstikên koma şampiyonan bibe.
Bursaspor jî dê bi serkeftiyê lîstika Vojvodîna û Honvedê re bilîze.
Trabzonspor jî dê bi serkeftiyê lîstika Dînamo Mînsk û Lokomotîv Zagrebê re bilîze.