Şaredarê Gursuya navçeya Bûrsayê Cuneyt Yildiz ê ku rastî êrîşa çekdarî hatibû û xedar birîndar bûbû li nexweşxaneya dihat dermankirin mir.
Li gor agahiyên hat hildan Yildizê ku gule berî serî wî dan û bêkeys ket ji bo dermankirinê rakirin Nexweşcaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şevket Yilmaz. Ev hefteyek bû ku Yildiz li nexweşxaneyê di unîteya nexweşiyên giran de dihat tedawîkirin lê tevlî hemû mudaxaleyan mir.
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînogluyê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajêr bû jî piştî xebera mirina Yildiz bernameyên xwe betal kir û hat nexweşxaneyê.
- Bûyer
Fevzî B.yê ku di şaredariyê de zabita bû bi tebanceya xwe gule berî serê Şaredarê Gursûyê Cuneyt Yildiz dabû. Yildiz li meqamê xwe yê şaredariyê xedar birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Fevzî B. jî 4 piştî bûyerê li Bogazliyana navçeya Yozgatê teslîmî polêsan bû û ji hela dadgehê ve hatibû girtin.