Abdullah Kozanê 67 saliyê nexweşê pişikê, ev 45 sal e li Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrsayê dijî. Kozan dê serê salê jî li nexweşxaneyê be, nexweşxane bûye wek mala wî û rojevê jî li vir dişopîne.
Abdullah Kozan, di sala 1968an de leşkeriya xwe kir û vegeriya malê. Kozan nexweş ket û çû Nexweşxaneya Înegola Dewletê. Kozan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrsayê kirin, li vir piştî lêkolînê bijîşkan teşhîsa nexweşîna pişikê a kronîk kirin. Kozan dema ku razandin nexweşxaneyê hikûmeta Silêman Demîrel li serî bû, niha hikûmeta 60emîn a Recep Tayyip Erdogan desthilatdar e. Kozan dê li nexweşxaneyê bikeve sala 2014an.
Kozan bi salan e ku li nexweşxaneyê dijî. Nexweşxane wek mala wî ye. Li vir rojevê dişopîne û carinan jî bi erebeya biaku di hêwanên nexweşxaneyê de digere. Kozan 45 sal e di heman nexweşxaneyê de girêdayî makîneyê dijî.
-"Ji bo serê min diêşiya hatim nexweşxaneyê"
Kozan da zanîn ku roja nexweş ketiye heta niha tu car xizmên wî nehatine serlêdana wî û ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Serê min diêşiya, ji bo saetekê hatim nexweşxaneyê. Dr. Ruştu Bûrlû ez dîtim, nexweşîna di pişika min de teşhîs kir û ez li nexweşxaneyê razandim. Bi rastî ji hêla tenduristiyê ve gelek baş bûm. Li gor kêfa xwe digeriyam. Bi salan e li nexweşxaneyê me. Sala 2014an bi xêr be. Îsal jî li nexweşxaneyê me Xwedê zanê ez ê kîngê derbikevim."