Aynur Ozbek a 60 salî ya dayika 10 zarokan e û li Mûşê rûdinê li qursê hînî xwendin û nivîsandinê bû.
Navenda perwerdehiya gel, li Duzkişlaya bajaroka Haskoya navçeya Mûşê qursa xwendin û nivîsandinê vekir û Ozbeka 60 salî jî xwe li qursê qeyd kir û bi hewl û xebatên xwe bala her kesî dikşîne.
Pîrên di emrê Ozbekê de li malên xwe rûdinên, zar, zêç û xizmên wan ji wan re xizmetê dikin. Lê Ozbek di vî emrê xwe de ji bo hînî xwendinê bibe dixwîne.
Ozbekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber xwendin û nivîsandina wê tunebû rastî gelek zehmetiyan hat û wiha pê de çû: "Di demên borî de dema ku ez diçûm nexweşxaneyan min gelek zehmetî dikişand lewra ne xwendin û ne jî nivîsandinê min hebû. Dîsa rojekê li Enqereyê li nexweşxaneyekê di şûna polîklînîkê de ez çûm morgê û ji ber vê şaşîtiyê jî min hewl da, hînî xwendin û nivîsandinê bûm.
Ozbeka ku 3 sal berê ji ber tansiyonê çûbû Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepeyê qala tiştê ku hat serê wê kir û wiha pê de çû: "Dema ku ez çûm nexweşxaneyê rastî gelek zehmetiyan hatim lewra xwendin û nivîsandina min tunebû. Ez di asansora nexweşxaneyê de bûm xwendina min jî tunebû, bi texmînî min dest da ser reqamekî û min her dît ku ez hetanî morgê çûme. Min nizanibû ji doxtor re qala derdê xwe bikim. Ji wan tiştên ku wî dipirsî min tu tişt fehm nedikir û min dît ku ez ji ber ku nikarim qala êşa xwe bikim dermanê xwe peyda nakim. Piştî van pirsgirêkan min biryar da ku ez xwendin û nivîsandinê hîn bibim. Ez beşdarî qursê bûm û hînî xwendin û nivîsandinê jî bûm. Ez niha dikarim têlefonê vekim û bigrim, bi kar bînim, navê xwe paşnava xwe dinivîsînim û peyamên ku tên dikarim bixwînim."