Greva birçîbûnê ya ku Fîdan Ûlaga ji Tûnceliyê digel zarokên xwe ji bo vegera lawê xwe yê ku endamên rêxistina terorê ew derxist serê çiyê ya 3 roj berê dest pê kiribû, dewam dike.
Fîdan Ûlaga 55 salî îdia dike ku endamên rêxistina terorê kurê wê Feramûz Ûlag (20) ê ku li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê di Fakulteya Tibê pola sêyemîn de dixwend birin serê çiya. Ûlagê ji ber vê yekê digel lawê xwe Mujdat û qîzên xwe Songul, Berna, Gulcan û Seylanê li Parka Seyît Riza kon veda û li vir dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya ku dayikê digel zarokên xwe dest pê kir dewam dike.
Malbata ku di kon de li ber sobeyê xwe germ dike, di van şevên sar û serma de jî di nav betaniyan de radikevin.
Dayik Fîdan Ûlagê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku ji bo lawê min vegere hemû ferdên malbatê hatin li vir di kon de ketine grevê û heta lawê min venegere dê grev dewam bike û wiha axivî: "Em li vir di kon de li ber sir û sermayê radizên û radibin. Hewa zehf sar e, baran dibare û av dikeve hundirê kon."
Ûlagê got "Ez lawê xwe dixawazim, bila zarokên min ên din jî vegerin dibistanê xwe."
- Heta ku birayê me neyê em ê li ber xwe bidin
Mujdat Ûlag jî got ku wan ji bo birayê xwe di 8ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir û îro sê roj in ku li vir in.
Ûlag got ku heta ku birayê wî venegere dê grevê bidomînin û wiha axivî: "Em li vir di bin baranê de ne. Ji hemû aliyan ve av dikeve binê kon. Em ji êvarê heta serê sibê di nav betaniyan de li vir rûdinên. Em nikarin rakevin hewa zehf sar e, ji ber sermayê em nikarin rakevin. Ji bo ku birayê me paşve bişînin çi ji destê me bê em ê bikin."
- "Gelo ew ê aştî bi vî awayî pêk bê"
Ûlag got ku ew digel xwişka xwe ji bo ku xwişk û birayên xwe bidin xwendin hewl didin û wiha got: "Mîqdara mehaneya me zehf zêde nîne, em bi mehaneya xwe wan didin xwendin. Xwişk û birayên min tev li vir in, ji ber vê bûyerê naçin dibistanê, ji dersên xwe paşve dimînin. Em naxwazin paşve bimînin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Me ewqas ked daye em naxwazin ev keda ku me daye di avê de here."
Ûlag bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got: "Li vî welatî ji aliyekî ve qala pêvajoya aştî û çareseriyê tê kirin ji aliyê din ve birayê min derdixin serê çiya, gelo derxistina serê çiyê ya birê min dê bi kêrî kê bê? Ev pêvajoyeke aştiyê ya çawa ye? Ji bo ku êdî dayik negirîn derketin serê rê; lê diya min di vê serdema ku jê re dibêjin pêvajoya aştî de digrî. Dê zarokên me ji dibistanan hildin bibin û bibêjin aştî. Gelo dê pirsgirêkan wiha çareser bikin?"
- Em dixwazin vegerin zanîngeha xwe
Ji xwişkan Berna Ûlagê (23) jî wiha got: "Em naxwazin ji dersên xwe paş ve bimînin. Ji bo em zanîngehê qezenc bikin me zehf ked da. Di nav şert û mercên baş de me nexwend. Em ji kesî tiştekî wan naxwazin, em birayên xwe dixwazin û heta ku birayê me venegere em ê greva birçîbûnê bidomînin."