Hat ragihandin ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê di salekê de 729 zarok bûn.
Wekîlê Midûrê Nifûsê yê Qulpê Sînan Guneş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li gor daneyên fermî di sala 2014an de li navçeyê 729 zarok hatin dinê. Li navçeyê 209 mirov mirin, 287 bûk û zava zewicîn û 5 jin û mêr jî hevdu berdan.
Guneş got ku ew bi 6 xebatkaran ve dixebitin.
Guneş daxuyand ku wan nimûneya qeyda nifûsê dane 9 hezar û 192 welatiyan û navnîşana 2 hezar û 736 welatiyan jî eşkere kirine.