Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifrê de 15 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Meteorolojiyê hat sitandin, tê payîn ku li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind de ye hewa ewrawî be.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifrê de li Erdexanê 15, li Qersê 9, li Agiriyê 7, li Bidlîs û Erziromê 5, li Îdir, Wan, Hekarî û Erzîncanê 4 û Mûşê jî 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku hewaya herî germ a rojê jî li Wan, Hekarî û Erziromê 6, li Agirî û Qersê 5, li Bidlîs û Erdexanê 3 û li Mûşê jî dereceyek be.
Li navendên bajêr sitûrahiya berfê jî li Bidlîsê 63, li Mûşê 22, li Erdexanê 15, li Erziromê 11, li Wan û Agiriyê 5, li Hekariyê 3, li Qersê çiyayê Qopê 55, li navendên kaşûnê û Palandokena li Erziromê 87, li Konakliyê 77 û li Cibiltepeya li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî wek 72 santîmetro hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji ber şepeyê hişyarî da welatiyan.