Li herêma Rojhilatê Anadoluyê car carna berf dibare û bişev hewaya herî sar di bin sifrê de 14 pîleyê li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin tê payîn ku li herêmê dem bi dem berf û şeleberf bibare.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifrê de li Qersê 15, li Ardahanê 13, li Erzûrûmê 10, li Agiriyê 8, li Wanê 5, li Mûşê 4, li Bidlîs û Erzîncanê 3 û li Îdirê jî wek 1 pîle hat pîvan.
Tê texmînkirin ku hewaya herî germ a rojê jî li Îdirê 5, li Wanê 3, li Hekariyê 1, li Mûşê sifir û li bajarên din di bin sifrê de li Bidlîsê 2, li Erzûrûmê 3, li Qers û Agiriyê 4, li Ardahanê 6 pîle be.
Li navendên bajaran sitûrahiyên berfê li Bidlîsê wek 132, li Mûşê 30, li Hekariyê 8, li navendên kaşûnê jî li Palandokena Erzûrûmê 105, li Konakliyê 112, li Cibilteya Navenda Kaşûnê ya li Qersê 105, li Çiyayê Erganê ya li Erzîncanê jî wek 77 santîmetro hat pîvan.
Ji ber sermayê li banan şembeliyên ku dirêjahiya wan digihêje 3 metroyan çêbûn, welatî û tîmên îtfaiyeyê hewl didin ku van şembeliyan bişkînin.
Tîmên şaredarî û îdareya taybet a bajêr jî berfên ku li navendên bajêr kom bûn li qamyonan bar dikin û derdixînin derveyî bajêr.
-Meteorolojiyê hişyariya şapeyê da
Rayedarên meteorolojiyê ji ber qeşa, cemedgirtin, mij û moranê xwestin ku welatî baldar bin û hişyarî dan welatiyan ku li hember şapeyên muxtemel baldar bin.
Tê payîn ku li tevahiya welêt piştî nîvro barîna berfê zêde be.