Tirkiye

Ji bo 4 bajaran hişyariya baranê

Li bendê ne ku li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.

Haydar Şahin  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 22.09.2019
Ji bo 4 bajaran hişyariya baranê

Erzurum

Li bendê ne ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2 pileyan ji ya demsalê kêmtir bibe.

Tê texmînkirin ku piştî nîvro li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexanê baranê bibare, bayê rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erziromê 7, li Erdexanê 8, li Agiriyê 9, li Îdir û Tunceliyê 14, li Erzincanê 15 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 30, li Agiriyê 25, li Tuncelî û Erzincanê 23, li Qersê 21, li Erziromê 19 û li Erdexanê jî 16 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın