Penaberên li Hewlêra bajarê Iraqê di kampên ku lê ceyran tuneye de dijîn, bi panelên vejenê yên rojê konên xwe ronî dikin û têlefonên xwe şarj dikin.
Ji ber êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞI û şert û mercên zivistanê li Iraqê pirsgirêka ceyranê heye. Her wiha van rojan heman pirsgirêk li kampên ku penaber li wir dimînin jî heye. Ji ber êrîşên DÎŞIyê yên ser Mûsil, Kerkûk, Selahaddîn, Enbar û Diyalayê li seranserê herêmê pirsgirêka ceyranê derket holê.
Ji ber ku kontrola hin bendav û santralên termîk ketin destê DÎŞIyê, rêjeya veberhênana ceyranê jî daket. Li ser vê pirsgirêkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ceyrana ku rojane 18 saetan dida aboneyên xwe niha daxist 6 saetan. Ji ber ku li kampan jî heman pirsgirêk heye û niha nikarin çareser bikin; erkdarên HKIyê panelên vejenê yên ku bi tîna rojê dixebitin belavî penaberan kir.
- Penaber li hêviya "roj"ê ne
Panber bi panelên vejenê him têlefonên xwe şarj dikin him jî konên xwe ronî dikin. Bi vejena panelê di heman demê de mimkun e ku du ampul bên vêxistin û çend têlefon bi hev du re bên şarjkirin. Bi şev, çaxê ku ewrawî be û di rojên şilî de panel naxebitin. Di demên wiha de jî penaber amûrên ku bi ceyranê tên şarjkirin bi kar tînin, her wiha rojên biewr û şilî li hêviya rojê disekinin.
Hamîde Mistefaya 55 salî ku li Kampa Bahirkayê dijî got ku dema nû hatin kampê hikûmeta HKIyê 24 saetan ceyran dida wan; lê bi destpêka zivistanê re ceyran birîn. Mistefayê got ku piştî vê li wan panel belav kirin.
Mihemet Nîzar (65) jî got ku gava hewa ewrawî be nikarin ji panelan sûdê werbigrin. Nîzar got ku li giştiyê Iraqê pirsgirêka ceyranê heye lê bandora vê herî zêde li ser penaberan e. Nîzar got divê di demeke kurt de ev pirsgirêk bê çareserkirin.