Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê 15 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînên Meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind de ye, tê texmînkirin ku dê hewa ewrawî be.
Li gorî texmînan bi şev hewaya herî sar dê li Îdirê 8, li Ezircanê 5, li Hekarî, Wan û Erziromê 4, li Bedlîs, Mûş û Agiriyê 2, li Qersê sifir, li Erdexanê di bin sifirê 5 pile be.
Qalindahiya berfê li navenda bajaran, li Bedlîsê 71, li Mûşê 24, li Agiriyê 19, li Erdexan 15, li Erziromê 11, li Qers û Hekariyê 7, li Wanê 5, li çiyayê Kopê 55, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 87, Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 77, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Sarîqamîşa navçeya Qersê 72 santêm hat pîvandin.
Li herêmê, ji ber sermayê camên mal, kargeh û wesayîtan cemed girt, li ser rê û peyarêyan cemed çêbû. Li ser banan şembelikên dirêjahiya wan metroyeke girtin.