Zarokên li Elaşgira navçeya Agiriyê dijîn guh nadin serma û seqemê li ser çemê Kosedaxê ya ku qeşa girtiye vizikê (hol) dilîzîn.
Ji bo zarokan gelek lîstik hene ku ew pir jê hezdikin û dilîzin. Ji van yek jî vizik (hol) e. Zarokên elaşgirî dema ku dibistan tetîl e, an jî demên xwe yên vala de diçin li ser çemê ku qeşa girtiye û li wir "pêşbaziya kî herî dirêj vizikê dizivirîne" li dar dixin. Vizika kî herî dirêj bizivire ew dibe yekemîn.
Ji zarokan Engîn Durmuş ji nûçegihanê AAyê re got ku zivistanê lîstika ku ew herî zêde dilîzîn û kêfxweş dibin vizik e û wiha axivî: "Zarokên taxê hemû li ser çemê ku qeşa girtiye vizikê dilîzîn. Em tên li vir ku bilîzîn û em gelek jê hez dikin."
Mahmut Berkalpê 55 salî yê ku lîstika zarokan temaşe dike jî got ku dema ew zarok bûn wan jî ev lîstik dilîst û wiha axivî: "Niha zarokên min û neviyên min bi vizikê dilîzin. Vizik êdî di nav lîstikên ku êdî tên jibîrkirin de ye. Zivistanê li navçeya me lîstika herî xweş e. Her kes li ber televizyonê an jî înternetê dema xwe derbas dike, lê zarokên me bi vizikê dilîzin."