ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku 18 hezar zarokên penaber ên ku hê nebûne 15 salî hatin aşîkirin. Di çarçoveya kampanyaya aşiyê de aşiya sorik û şehta zarokan li 18 hezar zarokên kurdên Sûriyeyê yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê dan.
Midûrê Tenduristiya Gel ya Şanliufrayê Osman Koyuncu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji penaberên ji ber şer û pevçûnên navbera DÎŞI û hin komên kurdan revîn û xwi sipartin Tirkiyeyê re xizmetê dikin.
Koyuncu got ku wan ji bo xizmeta tenduristiyê li ser sînor 8 ekîb gîhand hev û ew ji jin, pîr û kalan re xizmetê dikin.
Koyuncu destnîşan kir ku wan derziya sorik û şehta zarokan li zarokên penaberan yên ku emrê wan di navbera 0 û 15an de ye da û wiha axivî:
"Ji destpêka ku gel ji ber şerê Kobanêyê xwe sipart Tirkiyeyê û vir ve em li ser sînor dixebitin û xizmeta tenduristiyê dikin. Beriya niha li Sûriyeyê nexweşiya sorik û şehta zarokan derketibû. Me ji bo vê nexweşiyê tevdîr hildan. 8 ekîbên me hema bêje bi mal mal geriyan û zarok aşî kirin. Me ji bo sorik û şehta zarokan 18 hezar zarokên ku emrê wan bin 15an de ye aşî kir."
Koyuncu got ku li Surûcê navendên tenduristiya malbatê 24 saetan bê pere xizmetê dikin û ji bo fedakariya ekîbên tenduristiyê jî ji wan re sipas kir.