DIYALA
Hat ragihandin ku firokeyên şer ên hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike, li Nînovayê êrîş birin ser DÎŞIyê. Di êrîşan de 17 milîtan hatin kuştin, 26 milîtan jî birîndar bûn.
Bijîjkê Nexweşxaneya El-Cumhurî ya li Misûlê Velîd Casim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku firokeyên şer ên hêzên koalîsyonê ji hewayê êrîş kirin. Piştî êrîşê cesedên 17 milîtanên DÎŞIyê û 26 jî birîndar anîn nexweşxaneyê.
Li gundê Et-Tayeya Bakubayê ya girêdayê Diyalayê jî di nav rojê de operasyon hatibûn kirin û di operasyonan de 28 milîtanên DÎŞIyê hatibûn kuştin.