Hat ragihandin ku kotaya ava Bendava Ataturkê ku bendava herî mezin a Tirkiyeyê bilind bû.
Bendava Ataturk ku di çarçoveya projeya GAPê de hat avakirin bendava herî mezin a Tirkiyeyê ye û di nav bendavên dinyayê de jî di rêza şeşemîn de cih digre. Bi barîna baranê re kotaya ava bendavê zêde bû gihişt asteke baş.
Di rojên dawî de li herêmê zehf baran dibare û bi saya baranê rêjeya ava di bendavê de ji sedî 42 bilind bû. Him cotkar him jî berpirsiyar ji bo vê kêfxweş bûn.
Bendava Ataturk ya ku li herêma GAPê ye, ne tenê ji bo avê ji bo hilberîna ceyranê jî çavkaniyeke girîng e. Li Tirkiyeyê bendavên mezin û biçûk jî di nav de bi tevahî 320 bendav hene. Ji ceyrana ku ji van bevdavan tê hilberandin ji sedî 5 ji Bendava Ataturk tê bidestxistin.
- Em hêvî dikin ku rêjeya ava bendavê zêdetir bibe
Midûrê Herêma 15emîn a DSIyê Nûman Dogan Gunduz daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku rêjeya ava di bendavê de, normal e.
Gunduz got ku ew texmîn dikin ku piştî ku berf bihele û barana demsalê bibarê dê rêjeya ava bendavê zêde bibe û got ku kotaya herî zêde ya ava bendavê 542 metre ye. Her wiha bi tevahî hecma ava bendavê jî 48 milyar û 700 milyon metrekub e.
Gunduz got: "Niha kotaya ava di Bendava Ataturkê de ye 532,91 metre ye. Ev rêjeyeke baş e. Em hêvî dikin ku piştî berf bihele û barana biharê bibare dê ev rêje zêdetir bibe."