Hat ragihandin li Başkaleya (Elbak) navçeya Wanê zarokê ku rakirin nexweşxaneyê ji ber şika ku bi pê re Vîrusê AKUT Menenjîtê heye sewqî Wanê kirin û wekî tevdîr nexweşxane girtin.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, K.Y.yê 15 salî yê ku li Başkaleyê rûdinê ji ber ku gelek aciz bû anîn Beşa Servîsa Bilez a Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê û li vir piştî tetkîkan zarok ji ber şika ku bi pê re Vîrusê AKUT Menenjîtê heye sewqî Unîteya Nexweşiyên Enfeksiyonê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê kirin.
Bijîşkê nobedar ê Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê Enver Pekmez der heqê mijarê de daxuyanî da peyamneran û diyar kir ku nexweşê 15 salî anîn nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de hat dîtin ku îhtimal heye ku bi nexweş re Vîrusê AKUT Menenjîtê heye.
Pekmez destnîşan kir vîrusa ku ew şikê lê dibin, ji nişka ve dibe sedema mirina mirovan û bi rêya hewayê jî derbasî mirovan dibe û wiha berdewam kir:
"Wekî tevdîr me li nexweş û personelê nexweşxaneyê maske belav kir. Lawikê nexweş ê ku bi pê re nîşaneyên Akût Menenjîtê hebû, ji bo ku tetkîk bên kirin, sewqî Unîteya Nexweşiyên Enfeksiyonê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê kirin. Lêbelê piştî ku li Wezaretê geriyan, zarok birin Nexweşxaneya Zarokan a Îpekyola Wanê û hildan bin tedawiyê. Aniha servîsa bilez a Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê ya ku di bin karantînayê de ye, hat dezenfektekirin. Beşa servîsa bilez girtî ye. Em ji Wanê li hêviya xeberke erênî ne ku dîsa vekin."