Çelîk daxuyand ku di berkeda kêmtirîn de dawî li sepana ji 16 saliyan jortir û di binê 16 saliyê de tînin. Ji niha pê de em ê ji bo her kesî wekî hev berkeda kêmtirîn bidin. Çelîk got ku berkeda kêmtirîn ji bo 6 mehên ewil yên sala 2014an ya safî 846 lîre ye û ya brut jî 1071 lîre ye. Berkeda kêmtirin ya safî di 6 mehên dawîn de bû 891 lire û ya brut jî derket 1131 lîreyî.
Berkeda kêmtirîn, radeya mehaneya karkerekî ye ku li gor biryara desthilatiyê hatiye kifşkirin, çênabe ku jê kêmtir mehaneyek bê dayin. Li gelek welatan mehaneya herî kêm bi lihevkirina desthilata siyasî û sendîqeyan tê kifşkirin.