ANKARA
Wezîrê Malbatê û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn der barê bûyerên li Misirê de got ku dinya der heqê Misirê de bi dirûtî tevdigere. Ev jî nîşan dide ku li dinyayê aşitî û aramî nemaye.
Wezirê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk jî der barê bûyeran de wiha axivî: "Ev yek komkujî ye. Çelîk anî ziman ku derbeker li Misirê sucê mirovatiyê dikin û dixwazin demokrasiyê û hikûmeta sivîl di nav xwîna kesên bê gûneh de bixeniqînin.
Wezîrê Yekitiya Ewropayê Egem Bagiş jî bûyer wiha nirxandin: "Nalet li kesên ku gule berdan li ser gel û zarokên xwe yên bêgûneh, bê."