KAHİRE
Serokomarê berwext Adlî Mansûr aborînas Hazim Bîblavî wezifedar kir ku hikûmetê ava bike. Mansûr, Kordînatorê Giştî yê Eniya Rizgarî ya Neteweyî Muhammed Baradaî jî wek Alîkarê Serokomar ê ku berpirsiyarê karên derve ye, tayîn kir.
Bîblavî: "Di nav 2-3 rojan de kabîne wê bê diyarkirin"
Hazim Bîblaviyê ku wê hikûmetê ava bike diyar kir ku wê di nav 2-3 rojan de kabîneyê ava bibe.
Bîblavî daxuyanî da nuçevanê AAyê û got: "Ez ê kesên ku navê wan ji hêla siyasiyan ve bê dayîn binirxînim û kabîneyê ava bikim. Ji bo kesên ku wê bibin wezîr, ez ê wesfên wan binihêrim. Di kabîneya nû de piranî kesên ji Eniya Rizgarî ya Neteweyî, Hereketa Temerrûd û Partiya Nûrê wê hebin."
Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Nûrê Bessam ez-Zerka jî diyar kir ku Hazim Bîblavî ji bo avakirina hukûmetê kesekî guncav e ku hatiye hilbijartin û got: "Bîblavî xwedî sê taybetiyên girîng e. Yek ew li Misrê di nav vê bendbendiyê de li tu aliyî cih nagire, aborînas û teknokrat e ku ev jî wê feydeyê bide Misrê û dikare îxtimala lihevhatinê jî pêk bîne."
Banga lihevhatinê ya neteweyî
Mansur di daxuyaniya xwe de banga komên li welêt kir û got ji bo xwîna ku diherike bisekine û lihevhatina neteweyî pêk bê di hefta yekem a remezanê de divê civîneke hevpar bê kirin.
Mansûr wiha got: "Ji ber ku meha remezanê ya pîroz dest pê kir Serokomariya Misrê bang dike ku bila li Misrê yekîtî û ligelhevî pêk bê. Ji bo xwîna ku diherike bisekine û bendbendiya civakê biqede em bangî hemû aliyan dikin, bila ligelheviya neteweyî pêk bînin."