HATAY
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê bûyerên guleberdana li ser xwepêşandêrên li Qada Rebîatu'l Adewiyê de got ku ev bûyer nayên qebûl kirin. Divê li alema îslamê xwîn nerije.
Kiliçdaroglu xizmên 5 kesên ku di lehiya Zozana Çokekê de miribûn, ziyaret kirin û sersaxî da wan. Li ser pirsa rojnamevanan a di der barê guleberdana demokrasîxwazên Misirê de got ku piştî derbeyê li welêt xwîn rijiya.
Kiliçdaroglu, diyar kir ku bûyerên li Misirê her kesî dixin nav fikaran û got em ji hes kesî zehftir dixwazin ku demokrasî û azadî demildest bê Misirê. Kiliçdaroglu got ku daxwazên demokrasiyê yên li Misirê nehatin qebûlkirin û azadî, demokrasî mafê Misiriyan e jî; ew jî azadî û demokrasiyê dixwazin. Kiliçdaroglu, destnîşan kir ku li Misirê divê demildest hilbijartin bêne çêkirin û bi awayekî demokratîk hikûmet bê avakirin û xwînrijîn raweste.