06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) rojev nirxand.
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Çelik destnîşan kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) 733 kes ji Wezaretê hatin îxrackirin û wiha got, "458 kes jî aniha ji kar hatine dûrxistin. Lêkolîn berdewam e."
Wezîr Çelik bal kişand ku rêxistinên terorê xizmeta heman armancê dikin û wiha pê da çû, "FETO, PKK, PYD, DAEŞ... Hûn hemû xizmeta heman armancê dikin. Li ser Tirkiyê hin hesabên we hene. Hûn bûne maşika kesên ku li ser Tirkiyê hesabê wan hene."
"Di mijara heywanan da kêmasiyeke me tune"
Wezîr Çelik der barê potansiyela Tirkiyeyê ya di warê pez û dewaran da wiha got: "Di vê mijarê da kêmasî û pirsgirêka me tuneye. Nirxandin û daxuyaniyên berevajiyê vê yên spekulatîf in."
Çelik der barê xebatên Komîteya Teqîbkirin û Nirxandinê ya Piyesayên Berên Çandiniyê ku di çarçoveya xebatan da der heqê bandora beran a li ser enflasyonê jî tê axaftin da got: "Em difikirin ku roja pêncşemê, civîneke di asta wezîran da bikin."
"Ferqa navbera bihayê beran a li zevî û bazarê dibe sedema aciziyê"
"Ferqa navbera bihayê beran a li zevî û bazarê dibe sedema aciziyê. Wek wezaret em dixwazin ku di vê mijarê da midaxale bê kirin. Bihayê berekî ku dikeve bazarê diyar e. Li gor baweriya min divê teqez marjên karê bên sînorkirin."