Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku têgeha "mirovê nexweş" a ku ewropayiyan ji bo heyamên dawîn ên Împaratoriya Osmaniyan bi kar dianî, êdî ji bo Ewropayê tê bikaranîn.
Davutoglu û Arîkarê Serokwezîr Alî Babacan xitabî "Forûma Stenbol: Navenda Herêmî, Aktorê Cîhanî" ya ku bi hevkariya Yekîtiya Îxracatkarên Tirk û Teşebûsa Navenda Fînansê ya Stenbolê tê lidarxistin û Anadolu Agency sponsorê wê yê çapemeniyê ye, kir.
Davutoglu bi îngilizî axivî û TRTyê axaftina wî bi awayekî simûltane wergerand û weşand.
- "Mirovê nexweş..."
Davutoglu qal kir ku di heyamên dawîn ên Împaratoriya Osmaniyan de daxuyaniyên ewropayiyan ên wekî "mirovê nexweş" hene û ev gotin di serê sedsala 20emîn de bû wek têgeheke ku ji aliyê Ewropayê ve tê bikaranîn. Davutoglu got ku di serê sedsala 21emîn de jî Tirkiye derket pêş û wiha axivî: "Ji ber ku li Tirkiyeyê di van 12 salên dawîn de hêmanên wekî meşrûiyeta demokratîk, îstiqrara ku bû sedema jêbaweriyê derketin pêş."
- Hûrgilî
Arîkarê Serokwezîr Alî Babacan, Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Arîkarê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Beşîr Atalay, Balyozê Londrayê yê Tirkiyeyê Abdûrrahman Bîlgîç, Balyozê Enqereyê yê Îngilistanê Richard Moore, Serokê Lijneya Giştî û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci, Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mehmet Buyukekşî û Serokê Borsaya Stenbolê Îbrahîm Tûran jî beşdarî bernameyê bûn.
Serokwezîr Davutoglu piştî axaftinê ji bo xatirayê wêne kişandin.