Yagmûr Unlera 8 salî ya losemî, bi saya mêjiyê hestî yê ku ji xwişka wê Rabîayê neqlê wê hat kirin pak bû.
Yagmûr Unlera ku li Gazîantepê ji dayik bû, di 3 salî xwe de nexweş ket.
Bavê Yagmûrê Abdulkadîr (35) û diya wê Nezîhe Unlerê (32) got ku Yagmûr di sala 2007an de ji dayik bû; lêbelê di sala 2010an de hînbûn ku qîza wan losemî ye.
Malbata Yagmûrê wê ji bo tedawiyê li bajêrên wek Stenbol, Enqerê gerand li tu derê ji nexweşiya wê re çareyek nedît. Herwiha ji ferdên malbata Yagmûrê yek bi yek mînakên mêjiyê hestî hat hildan; lê tu mînak ji wê re nebû derman.
Di vê navberê de bi navê Rabîayê zarokek din a malbatê çêbû. Bijîşkan ji Rabîayê mînaka mêjiyê hestî hilda û di encama lêkolînan de hînbûn ku mînak li Yagmûra xwişka wê tê.
Li Stenbolê di sala 2011an de, Yagmûr hat emeliyet kirin û di demeke kurt de baş bû.
Bavê Yagmûrê Abdulkadîr Unlar, qala serdema tedawiya qîza xwe ji nûçegihanê AAyê re kir.
-Rabîa ji bo me mûcîzeyek e
Unler wiha axivî: "Doktoran ji me re got, encax mêjiyê hestî yê yekî ji malbatê li Yagmûrê bê. Wê demê xanima min jî du canî bû. Demek şûn de Rabîa ji dayik bû. Doktoran ji Rabîayê jî mînak hilda û gotin ya wê li xwişka wê Yagmûrê tê. Em bi vê xeberê şad bûn."
Bavê Yagmûrê Abdulkadîr Unlar got: "Di demeke kurt de Yagmûr emeliyet kirin. Emeliyeta wê baş derbas bû. Rabîa ji bo me mûcîzeyek e. Yagmûr, bi saya mêjiyê hestî yê ku ji wê hat neqilkirin baş bû."