Li bajarê Babîla Iraqê di 24 setên dawî de di nav hêzên ewlehî û komên biçek de şer derket. Di encamê de di nav de efserek ji artêşa Iraqê bi tevahî 9 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin şerê di nav endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraq (DÎŞI) û hêzên ewlehiyê de li bakurê Babîlê dewam dike. Li gor agahiyan di şer de efserek mir û 31 leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di şer de 8 endamên DÎŞIê mirin, 5 jî birîndar bûn.