2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
RIYAD
Hat ragihandin ku mîrlîwayekî dema ku li herêma Cezanê ya li sînorê Erebistana Siûdî-Yêmenê yekîne kontrol dikir bi guleya ku ji aliyê din hat agirkirin va mir.
Li gor daxuyaniya ku Hêzên Çekdar ê Erebistana Siûdî da SPAya ajansa nûçeyan a fermî, Mîrlîwa Îbrahîm Omer Hemziyê Alîkarê Fermandarê Lîwaya 8an dema ku li başûrê sînorê welêt yekîneyên leşkeriyê kontrol dikir gule hatin agirkirin.
Mîrlîwa rakirin nexweşxaneyê lê ligel hemû midaxeleyan mir.
Koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da ji bo pêşiyê li hûsiyan bibire di 26ê adarê da bi navê "Bobelîska Biryardariyê" operasyon dabû destpêkirin. Piştî van operasyonan li sînor êrîşî aliyê Erebistana Siûdî dikin û hetanî nika di êrîşan da ji 50yî zêdetir welatiyên Erebistana Siûdî hatin kuştin.