ADEN
Hat ragihandin ku Komîteyên Gel ên Başûr ên ku piştgiriyê didin Serokomarê Yemenê Abdurrabû Mansûr Hadî kontrola Balafirgeha Adenê bi temamî kirin destê xwe.
Di daxuyaniya Komîteyên Gel ên Başûr de hat destnîşankirin ku kontrola Balafirgeha Adenê bi temamî di destê wan de ye, hêzên Hûsiyan ên li dora balafirgehê hatin şkestin û aramiya bajêr hat temînkirin.
Hin şahidan jî diyar kir ku bajar aniha aram e.
Herwisa di daxuyaniyê de hat gotin ku di pevçûna duhêvarê de 10 milîtanên Hûsiyan û 6 jî çekdarên komîteyên Gel mirin.
- Li Şebwayê pevçûnên dijwar diqewimin
Ji hêla din hat ragihandin ku li bajarê Şebwayê yê li başûrê welat di navbera milîtanên Hûsî Ensarûllah û qebîleyên alîgirê Hadî de pevçûnên dijwar diqewimin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên li herêmê hat wergirtin di pevçûna dijwar a li navçeya Beyhana li ser bajarê Şebwayê de endamên qebîleyan ên alîgirên Hadî wesayîteke Hûsiyan bêçalak kirin û milîtanên di tê de dîl girtin.
Li bajarên li aliyê başûrê Yemenê di navbera hêzên Serokomarê têkçûyî Elî Evdila Salih, hêzên Hûsî Ensarûllah, çekdarên Tevgera Başûr û alîgirên Serokomar Abdurrabû Mansûr Hadî de pevçûn didomin.