TAŞKENT
Gelê Ozbekîstanê çû li ser sandoqan ku serokomarê xwe yê nû hilbijêre.
Hilbijartina serokomariyê di saet 06.00an de dest pê kir û wê di saet 20.00an de dawî bibe.
Serokomarê niha Îslam Kerîmov, Serokê Partiya Demaokrat a Gel Hatamcan Ketmanov, Serokê Partiya Demokrat a Edaleta Civakî Narîman Umarov û Akman Saîdovê ji Partiya Demokrat a Neteweyî ji bo serokomariyê namzed in.
Kerîmov ji sala 1990î vir ve serokomariyê dike û gelek plan û projeyên wî yên der barê aboriyê de hene.
Li Ozbekîstanê 21 milyon hilbijêr hene. Li welêt 135 herêman 9 hezar û 35 sandoq hatin amadekirin. Li derveyî welêt jî 44 sandoq hene.
Ji 50 welatî 300î zêdetir çevdêr, 430 rojnamevanên herêmî û biyanî hilbijartinan dişopînin.