Önder Beyter
2017 ж. 26 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 26 сәуір
PARÎS
Serokwezîrê berê yê Fransayê Alain Juppe ragihand ku ewê di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê da li hemberî rastgira tund Marine Le Penê, piştgiriyê bide serokê partiya navendê Tevgera "En Marche" (Meş) Emmanuel Macron.
Juppe di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da rexne li rêveberiya Partiya Komarî ku bi xwe bernamzedê wê yê serokomariyê bû, girt. Partiya Komarî di pêşniyaza xwe da xwest ku li hemberî Le Penê an ray bidin Macron an jî bêalî bimînin.
Juppe ev pêşniyaz rexne kir û got ku bêalîmayîn dê şansê Le Penê zêde bike û herwiha ragihand ku ewê piştgiriya Macron bike.
Di tûra yekemîn a hilbijartina serokomariyê da Macron ji sedî 24,01 deng wergirtibû û bûbû yekemîn, Le Penê jî ji sedî 21,3 deng wergirtibû û bûbû duyemîn.
Namzedê Partiya Komarî, François Fillon jî ji sedî 20,21 deng wergirtibû. Fillon di daxuyaniya xwe ya piştî tûra yekemîn da ragihandibû ku ewê pişta Macron bigire.
Li gorî anketên raya giştî, di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ku wê di 7ê gulanê da were kirin da Macron li pêşiya Le Penê xuya dike.