Li Koreya Başûr, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya MERSê mirin derket 6an.
Erkdaran ragihand ku li herêma Daejeona ku 140 kîlometre başûrê paytext Seûlê ye, vê sibehê kalekî 80 salî ji ber nexweşiya MERSê mir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendûristiyê, 23 nexweşên din jî hene û digel van hejmara nexweşan digihîje 87an. Heta niha yê herî ciwan ku bi vê nexweşiyê mir zarokekî 16 salî ye. Li gor agahiyan temenê yên ji ber vê nexweşiyê mirin di ser 70yî re ye.
Ji aliyê din ve li herêmê ji ber MERSê navber dan perwerdeyê.
Li gor daneyên Rêxistina Tendûristiyê ya Dinyayê li seranserê dinyayê hezar û 194 bi nexweşiya MERSê ketin û ji van nexweşan 447 kes mirin. Vîrusa Corona dibe sedema vê nexweşiyê.