Haydar Şahin
2017 ж. 26 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 26 тамыз
NEW YORK
Artêşa DYAyê diyar kir ku Koreya Bakur 3 fûzeyên balîstîk ên nêzavêj ceriband.
Di daxuyaniya Fermandariya Pasîfîkê ya DYAyê da hat diyarkirin ku Koreya bakur cara 3yan li Kangwonê fuzeya balîstîk a nêzavêj ceriband û bi ser neket, 3 fuze li hewayê fuzeyek jî piştî avêtinê teqiya.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di dema ceribandinê da Artêşa DYAyê û Artêşa Koreya Başûr tetbîqat dikirin.
DYAyê û Koreya Başûr gotin ku ev tetbîqat e lêbelê Koreya Bakur got ev amadehiya êrîşa li dijî wan e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku fuzeyên hatin ceribandin ji ber menzîlê ji bo DYAyê tehdîd nînin.
Neteweyên Yekbûyî ji sala 2006an vir da ji ber xebatên nukleerê zextê li Koreya Bakur dike.