Nihat Kavşut
2017 ж. 26 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 27 тамыз
YÊMEN
Fermandariya Navendî ya DYAyê ragihand firokeyeke wan a bi tîpa Black Hawk li peravên başûr yên Yêmenê ketiye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî firoke di dema perwerdeyê da ketiye û hat gotin ji 6 kesên di firokeyê da 5 kes hatin xilaskirin û leşkerek jî wenda ye.
Hat destnîşankirin ji bona dîtina leşkerê wenda xebat berdewam dikin.