Li Sûriyê hêzên rejîma Esed li çend bajaran bi çekên giran êrîş dan ser muxalîfan. Di êrîşan de 17 jê zarok, 16 jê jin, bi tevahî 120 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), hêzên rejîmê li herêmên ku kesên li dijî rêveberiyê zêde lê dijîn ji hewa û bejayê operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de li Helebê 61, li paytext Şamê 23, li Îdlîbê 11, li Qûneytrayê 6, Derayê jî 6, li Deyrûz Zorê 4 û li Hamayê 2, li Humusê 3 û li Suveydayê jî 4 bi tevahî 120 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di nav kesên ku hatin kuştin de 27 endamên Artêşa Sûriyê ya Azad jî hene.
Li gor Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) jî hêzên Esed ji hewa û bejayê bi fûzeyan ve êrîş li ser bajaroka Nebekê kirin. Ji ber êrîşê bi dehan avahî xirab bûn, ceyran çû û gel nikare bigîhîje xwarin û xurekan.