Komeleya Masîvanên Gazzeyî bi beşdarbûna aktîvîstîn navnetewî ev bi qasî salekê ye projeya bi navê "Keştîya Gazzeyê" dimeşînin û di çarçoveya projeyê de keştîyeke masîvanan ya ku dirêjahiya wê 24 mîtro ye stendin. Aktîvîst bi keştiyê derketin ser behrê û zarokên ku bi destê xwe keştiyên kaxiz çêkirine jî bi xwe re birin. Dema hatin nava behrê zarokan keştiyên xwe yên kaxiz berdane ser behrê.
Rîtaya Gazzeyî got ku em dixwazin her kes guh bide pirsgirêkên herêmê û em jî wek zarokên din xwedî jiyaneke baş bin û wiha got: "Ez dixwazim êdî ablûka rabe, birçîmayîn xilas bibe û ceyran neçe."
Berpirsyarekî projeyê Mahfûz El Kabarîtî jî got ku bi daxwaza "Bayê dadê li ser wîcdana mirovan bê" wan jî bi zarokan ve keştî berdane behrê. Kabarîtî diyar kir ku li Amerîka, Kanada, Avustralya û îspanyayê di heman saetê de çalakiyeke dişibe vê hatiye kirin.