Ahmet Aydın
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
QUDS
Leşkerên Îsraîlê li başûrê Xezeyê bi îdaya ku sînor derbas kirine 3 Filistînî şehîd kirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "Li başûrê sînorê Xezeyê 2 ciwanên Filistînî ku perjînên ewlekariyê derbas kirin û teqemenî avêtin wesayita leşkerî, di gulebaranê de hatin kuştin."
Adraee herwiha îdia kir ku "2 kesan hewl daye ku xwe vedizin nava Îsraîlê û zirarê jê bidin perjînên ewlekariyê" û destnîşan jî kir ku "di encama gulebarana hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê de yek ji wan hat kuştin û yê din jî hat binçavkirin."