Türkan Tosun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
XEZE
Har ragihandin balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê mewziyeke leşkerî ya Tugayên Îzeddîn el-Qesam ya ku şaxa leşkerî ya Hemasê ye xistin.
Li gor daxuyaniya çavkaniyên ewlekariyê ya Filistînê balafirên Îsraîlê li bakurê rojavaya Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê ye mewziyeke leşkerî hedef girtin. Di êrîşê de tu kes nemir.
Ji meqamên Îsraîlê der barê êrîşê de hê tu daxuyanî nehat dayîn.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee di daxuyaniya xwe ya berê dabû da gotibû roketeke ji Xezeyê hatiye avêtin ketiye bajarê Aşkolê ya başûrê Îsraîlê û tu kes nemiriye.