İbrahim Atmaca
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
LONDRA
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Borîs Johnson ragihand ku ew xwepêşandanên li Îranê ji nêz va dişopînin û li gor baweriya wan der heqê pirsgirêkên girîng ên ku xwepêşandêran anîn rojevê da divê nîqaşeke watedar û meşrû were kirin.
Johnson di daxuyaniya xwe ya nivîskî da li ser protestoyên ku li Îranê dewam dikin, sekinî.
Johnson destnîşan kir ku ew bûyerên Îranê ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir: "Li gor baweriya me der heqê pirsgirêkên girîng ên ku xwepêşandêran anîn rojevê da divê nîqaşeke watedar û meşrû were kirin. Em hêvî dikin ku rayedarên îranî destûrê bidin vê yekê."
Johnson got ku divê mirov bi azadî xwe bikaribin îfade bikin û di çarçoveya qanûnan da bikaribin xwepêşandanên aştiyane bikin.
Johnson diyar kir ku divê hemû alî li gor mafên mirovan hereket bikin û ji şidetê dûr bikevin.
Li Meşheda bajarê Îranê roja pêncşemê bêyî ku tu partiyeke siyasî bangewaziyê bike grûbek civiya û ji bo ku şert û mercên aboriyê yê welêt protesto bikin, xwepêşandan dabûn destpêkirin. Xwepêşandan veguherîbûn protestoya dijayetiya rejimê û li gelek bajaran belav bûbû.