Sevim Hatun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
PARÎS
Hat ragihandin ku li Fransayê ji ber bahoz û şert û mercên hewayê yên nebaş li 40 herêmî elerm hat dayin, 65 hezar xanî bê ceyran in.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Fransayê daxuyand ku li herêma Brotanyaya dikeve aliyê rojavayê welêt ji ber bahozê li 40 herêman hişyarî hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leza bayê di saetê de gihîşt 250 kîlometreyê, vê yekê bandoreke neyînî li ser xetên neqilkirina vejenê kir û niha ceyranê nadin 65 hezar xaniyî.
Di nûçeya televîzyona France Infoyê de hat diyarkirin ku ji ber bayê gur banên hin xaniyan firîn û nêzî 60 kesî jî ji xaniyên xwe hatin texliyekirin.