ANKARA
Li ser xetên Iraq-Tirkiye, ( Kerkuk-Yûmûrtalik), Ceyhan-Kirikkale, Batman-Dortyol, Şelmo-Batman û Baku-Tîflîs-Ceyhan (BTC)ê neft tê Tirkiyeyê. Li gor îstatîstîkên BOTAŞê di sala 1990an de bi tenê ji ser xeta Kerkuk-Yûmûrtalikê 339 milyon û 939 hezar varîl nefta xam hat Tirkiyeyê.
Par hejmara nefta xam ya ku BOTAŞê ji ser vê xetê anî Tirkiyeyê 145 milyon û 626 hezar warîl bû. Dema ku mirov li îstaîstîkên îsal dinêre di 10 mehên dawî de ev hejmar daketiye 74 milyon û 646 hezar warîlan.
Rayedarên BOTAŞê der barê mijarê de agahî dan nûçegîhana AAyê û gotin:
"Di sala 2013an de nefta xam ya ku ji ser xeta neftê ya Iraq-Tirkiyeyê dihat li gor salên berê daketiye. Li aliyê Iraqê ji ber ku pirsgirêkên teknîkî hebûn hejmara nefta ku dihat aliyê me, li gor salên berê kêm bû."